Di navbera Ukrayna û Hungaryayê de alozî gur bûye

Di navbera Ukrayna û Hungaryayê de alozî derketiye û gihîştiye asteke bilind. Ji ber tewanbariya sîxuriyê Hungaryayê kesayetên dîplomasî yên Ukraynayê dersînor kirin. Hungaryayê jî bi heman tewanê 2 Hungarî binçav kirin.

Di navbera Ukrayna û Hungaryayê de alozî gur bûye
9 gulan, 2025   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukraynayê 2 welatiyên Hungarî bi tewana berhevkirina agahiyên îstixbaratî binçav kirin. Li hemberî wê jî Hungaryayê 2 kesayetên dîplomasî yên Ukraynayê bi tewana sîxuriyê dersînor kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Hungaryayê Peter Siarto di dîmenekê de ku li ser medyaya civakî belav kiribû, ragihand ku wan "2 sîxurên ku di bin siya karê dîplomasî de li balyozxaneya Ukraynayê ya Budapest dixebitîn" dersînor kirin.

Îro jî hêzên ewlekariyê yên Ukraynayê "SPU" ragihand ku ji bo cara yekemîn di dîroka Ukraynayê de wan 2 dîplomatên Hungarî binçav kirin.

Hat diyarkirin ku ew dîplomat zilamek salî û jinek bûn û herdu jî leşkerên berê bûn.

Li gorî amarên 2001'an, nêzî 150 hezar welatiyên Hungarî li herêma Zakarbatya ya Ukraynayê dijîn.

(mh)