‘Gava yekem a aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e’

Xelkê bajarê Til Birakê diyar kir ku ku heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan were paşguhkirin an jî paşxistin, dê encamên nebaş bi xwe re bîne û got “Gava yekem a aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

‘Gava yekem a aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e’
10 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

27’ê Sibatê Rêber Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang li ser asta navneteweyî bi girseyî hat pêşwazîkirin. Lê heta niha jî rayedarên Tirk ji bo bicihanîna vê bangê, gavên pratîk neavêtine û ev yek bûye sedema pêleke nerazîbûnê.

Di vê çarçoveyê de endamê Komîteya Rêveberiya Sotemeniyê ya bajarê Til Birakê Usama Xelîf ji ajansa me re axivî.

Usama Xelîf got: "Tirkiye dizane ku mifteya çareseriya pirsgirêkên herêmê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye û piştgirî ji banga wî re tê kirin. Lê dewleta Tirk bi zanebûn vê pêngavê disekinîne û bi paş dixe, ev yek jî dê zirarê bide Tirkiyeyê.”

Xelîf bang li civata navneteweyî kir ku fişarê li hikumeta Tirk bike da ku banga Rêber Abdullah Ocalan bibersivîne û rê li ber diyaloga rasteqîn veke.

Şêniyê bi navê Umer Şêxo îşaret bi wê yekê kir ku desthilata Tirk qaşo tevî îdiayên xwe yên li ser çareseriya siyasî jî, krîza herêmê bi kar tîne û tundiyê wek amûrekê ji bo dan û standinan bi kar tînin.

Şêxo anî ziman ku aşkera ye dewleta Tirk di pêkanîna aştiyê de ne cidî ye, heta niha jî êrişên xwe didomîne û sivîlên dike armanc. Şêxo diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan çirûskeke hêviyê ye, lê dewleta Tirk gelekî dûrî vê yekê ye.

Rêvebera Şaredariya Bajarê Til Birakê Samiya El Cedûa jî destnîşan kir ku di nava van krîzên heyî de rêya yekane çareseriya aştiyane ye. Her wiha Samiyayê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi banga xwe ya aştiyê nexşerêyeke guncaw pêşkêş kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Diyalog rêya yekane ya bidawîkirina aloziyê ye, lê Tirkiye vê yekê red dike, ji ber ku çareseriya siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê xeternak dibîne."

Samiya El Cedûa di dawiya axaftina xwe de got: "Gava yekem a ji bo aştiyê, azadiya Rêbertî û hemû girtiyên siyasî ye.”

(aq/bb)

ANHA