Şêniyên Qamişlo cenazeyê Şervanê QSD'ê Ceger Gulo oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ceger Gulo oxir kirin û soza parastina destkeftiyên şahîdan dan.

9 gulan, 2025   20:17
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD′ê Ceger Gulo bibin ber bi mezara Şehîd Delîl Saroxan a bajêr ve ketin rê. Şêniyan wêneyên şehîdan hilgirtin û dirûşmên “Şehîd Namirin” berz kirin.

Şevnê QSD`ê  Cegerxwîn Ehmed Ibrahîm Gulo (Ceger Gulo) di 8’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Umer axivî û got, "Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Peyv têra vegotina fedekariya vê malbata şoreşger, têkoşer nakin, ku ji destpêkê heta niha tevlî şoreşê bûye, gelek şehîd dane." Umer Her wiha berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendava Tişrînê ku piştî 100 rojan bi ser ket, silav kir.

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo fermandar Nezîr Sofî axivî û wiha got: "Em ê li ser şopa şehîdan û li gorî îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan bi fedekariyeke mezin têkoşînê dewam bikin. Li pêşberî vê malbata fedekar tenê em dikarin soza parastina destkeftiyên têkoşîna şehîdan bidin."

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mela Mihemed El Xerzanî û li ser navê êlên Ereb ên herêmê Şêx Ebdullah El Betran jî axivîn û bal kişandin ser wateya şehadetê di olên pîroz de.

Ehmed Gulo, Bavê şehîd Ceger bal kişand ser destkeftiyên ku bi saya fedekariya bi sedan malbatên ji pêkhateyên cuda li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin. Her wiha bal kişand ser qehremaniya van pêkhateyan di berxwedana wan a li dijî zilmê de.

Piştî axaftinan belgenameya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.

(k)