Di navbera Rûsya û Ukraynayê de êrişên hewayî

Balafirên bêmirov ên biçek ên Ukraynayê li herêma Oryolê ya Rûsyayê êrişî tesîseke depokirina sotemeniyê kir. Rûsyayê jî 7 balafirên bêmirov ên Ukraynayê îmha kirin.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de êrişên hewayî
14 kanûn, 2024   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Oryolê ya Rûsyayê Andrey Klychkov vê sibehê ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên Ukraynayê êrişî embareke sotemeniyê kiriye û di encamê de şewat derket.

Her wiha diyar kir ku hêzên Ukraynayê êrişî 2 gundan kirin û di encamê de kesek birîndar bû.

Hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 7 balafirên bêmirov ên li ser herêma Bryanskê îmha kirine.

(bb)