Hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest Îsraîl vekişe

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya NYˈyê xwest ku êrişên Îsraîlê rawestînin û wê neçar bikin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest Îsraîl vekişe
14 kanûn, 2024   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê û vekişîna hêzên wê ji bakurê sînorê peymana 1974ˈan, tedbîran bigire.

Li gorî Associated Pressê, nûnerê Sûriyeyê yê li NYˈyê Qusye El Dehak name ji Konseya Ewlehiyê û sekretêrê giştî yê NYˈyê Antonio Guterres re şandin û got ew "li gorî talîmatên hikumeta xwe tev digere û vê daxwaznameyê pêşkêşî wan dike."

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, Îsraîlê hêzên xwe yên leşkerî ber bi herêma tampon a di navbera her du welatan de bi cih kir. Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berî niha ragihandibû ku ketina hêzên wî ya herêma tampon a li ser sînorê Sûriyeyê “demkî” ye. Her wiha gotibû, Îsraîl dê rê nede "komên cîhadîst" ku vê valahiyê tijî bikin û hebûna Îsraîlê ya li Girên Colanê tehdît bikin.

(bb)