Ji ber êrişan kantona Firatê bê av û bê ceyran e

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê,  kantona Firatê bê av û bê ceyran e.

Ji ber êrişan kantona Firatê bê av û bê ceyran e
14 kanûn, 2024   14:26
 KOBANÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de êrişên xwe li ser Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê girantir kirin.  Di êrişan de çekên giran, tank û balafirên bê mirov ên bi çek hatin bikaranîn. Di encamê de zirarên mezin li bendavê bûn û ji xizmetê derket. Ev jî bû sedem ku av û ceyran li ser kantona Firatê qut bibin.

Li gorî agahiyên ku Mûdiryeta Avê ya Kantona Firatê dane, ji ber qutbûna ceyranê stasyona avê ji xizmetê derketiye û rêjeya avê li Firatê gelekî kêm bûye .

Mûdîriyetê da zanîn ku rewşa awarte ragihandiye û hemû karmendên xwe xistine nava liv û tevgerê da ku di demeke nêzîk de avê berdin.

 (şs/bb)

ANHA