Li Rêber Abdullah Ocalan 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin

Li Rêber Abdullah Ocalan 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk bide.

Li Rêber Abdullah Ocalan 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin
21 mijdar, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yemîn a Bursayê dan, diyar kir ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.

Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.