Di navber Pakistan û Efganistanê de agirbest 

Piştî şerê li ser sînor di navbera Pakistan û Efganistanê  de û di encamê de 10 kes hatin kuştin, agirbest bi navbênkariya Qeterê hate ragihandin.

Di navber Pakistan û Efganistanê de agirbest 
19 cotmeh, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Qeterê ragihand ku di navbera Pakistan û Efganistan ê de peymana agirbesta yekser hate imzekirin. Biryara agirbestê li Dewha bi navbênkariya Qeterê pêk hat. Ev agirbest piştî şerê li ser sînor di navbera herdû aliyan de û di encamê de 10 kes hatin kuştin, pêk hat.

Wezareta Karê Derve ya Qeterê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku di encama danûstendinan de agirbesta yekser hate ragihandin û mekanîzmeya aştî û aramiya mayînde di navbera herdû welatan de hate destnîşankirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama danûstendinan de herdû aliyan li hev kiriye ku di rojên pêş de civînan bidomînin, da ku agirbest mayînde bibe û pêkanîna xalên peymanê pêk werin.

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xewace Asif ê cihê xwe di danûstendinên Qeterê de girt, diyar kir ku ew bi Efganistnê re gihane biryara agirbestê û ew ê careke din di 25’ê mijdarê de li Stenbolê werin cem hev.

Li aliyê din Efganistan Pakistanê tewanbar dike ku agirbestê têk dibe.  Ev bi taybet piştî derbeya ezmanî ya balafirên Pakistanê li Wîlayeta Baktîka ya li rojhilatê welat û di encamê de 2 zarok jî di nav de 10 kes hatin kuştin.

(dc/k)