Di mîhrîcanê de nasname û bîrdanka dîtbarî hatin gotûbêjkirin

Di panela bi navê "Çîrokên Hevpar - Sînemaya Azad" de bingehên sînemayê û rola wê di belgekirina çîrokên herêmî û avakirina bîrdanka dîtbarî de hatin gotûbêjkirin.

Di mîhrîcanê de nasname û bîrdanka dîtbarî hatin gotûbêjkirin
17 mijdar, 2025   15:38
QAMIŞLO

Di Mîhrîcana Fîlman a Rojava de, îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê panelek bi seravê "Çîrokên Hevpar - Sînemaya Azad" hat lidarxistin. 

Derhêner Haşim Aydemîr ji Bakurê Kurdistanê, nivîskar Xoşman Qado ji Rojava û nivîskara Alman Maren Green mêvanên panelê bûn. Her wiha gelek hunermend, rewşenbîr û hezkiriyên sînemayê beşdar bûn.

Di panelê de îşaret bi bingehên teorîk ên sînemaya azad wek metodolojiyeke dîtbarî ya li ser bingeha cih, zimanê dayikê û ezmûnên rojane û dûrketina ji şêweyên bazirganî yên serdest hate kirin. Her wiha rola jinan a di vê cureya sînemayê de û beşdariyên zêde ya derhênerên jin di pêşandana pirsgirêkên nasname, bîrdank û tundiya li ser bingeha zayendî jî hatin nirxandin.

Xoşman Qado girîngiya azadiyê di çêkirina fîlman de anî ziman û diyar kir ku hêza serdest bandorê li mijarên sînemayê dikin. Qado diyar kir ku rola sînemayê ew e ku rastiyê aşkera bike û tiştên ku li ser erdê diqewimin nîşan bide, xizmeta berjewendiyên gel û rêya wan a ber bi azadiyê ve bike.

Derhêner Haşim Aydemir jî destnîşan kir ku çîrokbêjî ji kamerayê kevntir e û mirovahî ji bo veguhastina ezmûnan xwe spartiye çîrokbêjiya devkî. Aydemir destnîşan kir ku şoreşa Rojava veguherîneke mezin pêk aniye ku rê da Kurdan nasnameya xwe biparêzin û tevî êriş û astengiyan jî serkeftinan bi dest bixin, di heman demê de saziyan ji bo parastina mafên hemû civakan xebitîn.

Her wiha Marine Green berî ku ezmûna xwe ya li Rojava parve bike, li ser rewşa sînemayê li Almanya û bandora wê li ser dîktatorî û avaniyên desthilatdariyê axivî. Marine Greeen got: "Ev cara yekem e ku ez beşdarî festîvalekê dibim û serdana Rojava dikim. Berxwedan û têkoşîna min li vir dît pir bandor li min kir. Tevî zehmetiyan jî, mirov têkoşîna xwe berdewam dikin, min ev yek di fîlmên hatin nîşandan de bi zelalî dît ku rastî wekî xwe belge dikirin û ji bo min çavkaniyek mezin a îlhamê bûn."

Di panelê de hat gotin Mîhrîcana Fîlmanan a Rojava platformek girîng e ji bo pêşvebirina sînemaya azad û bilindkirina dengê civakên xwecih.

Çalakiyên mîhrîcanê dê danê êvarê bi pêşandana fîlman berdewam bikin.

(k)

ANHA