Cezayê darvekirinê li serokwezîra berê ya Bangladeşê hat birîn

Dadgeriya Bangladeşê bi tewana pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê, cezayê darvekirinê li serokwezîra berê ya Bangladeşê Şêxa Hesîna birî.

Cezayê darvekirinê li serokwezîra berê ya Bangladeşê hat birîn
17 mijdar, 2025   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeriya Bangladeşê roja Duşemê piştî ku serokwezîra berê Şêxa Hesîna sûcdar kir, cezayê darvekirinê lê birî.

Desteyek ji 3 dadgeran a Dadgeha Tawanên Navneteweyî ku dadgeha sûcên şer a navxweyî ya Bangladeşê ye, roja Duşemê biryara xwe da û diyar kir ku Hesîna fermana kuştina derveyî qanûnê daye û bûye sedema kuştina bi sedan kesan.

Yek ji dadgeran di dema darizandinê de got: "Şêxa Hesîna fermanên kuştinê dane û nikariye tedbîrên qanûnî bigire û bi vê yekê sûcên li dijî mirovahiyê kiriye."

Dadgeran got "pir aşkera ye" ku wê "çalakvanên partiya xwe teşwîq kiriye... û fermana kuştin û jiholêrakirina xwendekarên xwepêşander daye."

Li gorî şahidiya dadgehê, tê texmînkirin ku di hefteyên xwepêşandanên sala 2024`an de nêzîkî hezar û 400 xwepêşander hatine kuştin û nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Şêxa Hasîna ji sala 2009`an heta hilweşandina hikumeta wê di sala 2024`an de li Bangladeşê hikum kir.

(k)