Di Mîhrîcana Nûjiyan de pêşengeha Cîhan Bîlgîn

Li Mîhrîcana Filman Jinan a Nûjiyan li ser navê nûçegihana ANHA’yê şehîd Cîhan Bîlgîn pêşangeha wêne û dîmenên jinan hate vekirin.

26 gulan, 2025   16:26
QAMIŞLO

Di çarçoveya bernameya Mîhrîcana Filman Jinan a Nûjiyan ku li bajarê Qamişlo ji aliyê Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê hatiye birêxistinkirin de, bi navê nûçegihana ajansa me (ANHA) Cîhan Bîlgîn pêşangeheke wêne û dîmenan hat vekirin. Cîhan Bîlgîn di 19`ê Kanûna 2024’an de, bi êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Di pêşangeha ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate vekirin de, li kêlek pêşandana 2 wêneyên Şehîd Cîhan Bîlgîn, 38 wêneyên wênekêş û rojnamevanên jin Çîdem Roj, Hêlîn Asmîn, Perwîn Lêgerîn, Sophal Neak (Sofal Nîk), Julia Kochetova (Jûlya Kotşîtofa), Nexem Keraja, Maryem Aşrefî, Avrîn Navdar, Yagazie Emezi (Yegazî Îmêzî), Sîlva Îbrahîm û ên di nava Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, hatin pêşandan.

Wêneyên ku hatibûn kişandin û pêşandan ên jinên kedkar, koçber, Êzidî, şervanên YPJ`ê, jinên ku xebatê di dezgehên destwerdanên lezgenî de dikin û gerîlayên YJA Starê ne.

Dîmenên bûyerên ku destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê rû dan, geşedan û pîrozbahiyên ku di salên berê de hatin lidarxistin, herî dawî jî `Berxwedana Bendava Tişrînê` ên ku jinên rojnamevan bi kamîreya xwe kişandine jî, di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin.

Pêşangeh wê heta roja dawî ya mîhrîcanê (31`ê Gulanê) vekirî be.

(sb/fr)

ANHA