Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, pêngaveke hişyariyê da destpêkirin.

Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
Pêngava hişyarkirinê ji bo kêmkirina sedemên şewatên li zeviyên çandiniyê
26 gulan, 2025   16:01
TEBQA

Pêngava hişyarkirinê di çarçoveya xebatên Şaneya Awarte ya ji bo parastina zeviyên çandiniyê de ku ji aliyê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê ve hatiye avakirin, îro dest pê kir.

Di roja yekemîn ya pêngavê de, li têketin û derketina bajarê Tebqayê broşur li şofêran û şêniyan hatin belavkirin. Di belavokan de hişyariyên li ser sedem û xetereyên şewatên li zeviyan hatin kirin.

Di rojên pêş de dê pêngav li gundên Tebayê jî berdewam bike.

Hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê Ehmed El Elî ji ajansa me re got armanca van hewldanan kêmkirina metirsiyên şewatan e, her wiha bangeke ji bo hevgirtina civakî ji bo parastina zeviyan.