‘Divê cezayên darvekirinê werin betalkirin’

Yekitiya Azad a Karkerên Îranê li dijî cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîma Îranê ve li ser dengên azad tê sepandin bang kir û got: “Divê demil dest desthilata dadweriyê dev ji cezayên dermirovî yên darvekirinê berde û tevahî girtiyên siyasî werin azadkirin.

‘Divê cezayên darvekirinê werin betalkirin’
20 mijdar, 2024   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Azad a Karkerên Îranê têkildarî cezayên darvekirinê yê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û 6 tometbarên din, her wiha li ser zêdebûna cezayên darvekirinên yên li dijî girtiyên siyasî daxuyaniyek belav kir.

 Daxuyanî wihaye:

 “Cezayên darvekirinê yên bi ser Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û tolhildana şeş ciwanên xwepêşander hatî dayîn, êrişeke hovane ye li ser îrade û hêza piraniya mezin a gelê Îranê.

 Du sal bi ser Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbaz dibe. Carek din pêla derxistin û pêkanîna cezayên darvekirinê gihiştiye asta herî bilind. Ev jî ji ber polîtîkayên zextê yên saziyên ewlekarî û darazê pêk tê. Zext û tehdîd bi rêya derxistin û sepandina cezayên darvekirinê yên nemirovane ji aliyê saziyên ewlekarî û dadweriyê ve her ku diçe zêde dibe.

 Divê demil dest cezayên nemirovane yên darvekirinê werin bi dawîkirin. Divê cezayên li dadgehên li çar aliyê welêt tên dayîn bên betalkirin û hemû girtiyên siyasî û îdeolojîk demildest bên berdan.”