Li rojavayê Humsê bi dehan sivîl hatin destgîrkirin

Li gundewarê rojavayê Humsê, bi taybet gundê El Mutearid, bi dehan welatî hatin destgîrkirin.

Li rojavayê Humsê bi dehan sivîl hatin destgîrkirin
1 kanûn, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Humsê da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên nenas li gundewarê rojavayê Humsê, bi taybet jî li gundê Mutearid bi dehan welatî destgîr kirin. Wê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, komên çekdar û hêzên hikumetê zêdetirî 50 ciwan û kalemêrên ji malbatên Ebûd, Xerfan û Şehod û hwd ên ji heman gundî destgîr kirin.

Di agahiyan de hat destnîşankirin ku di serdegirtin û veguhastina destgîran de, îşkenece li welatiyan hat kirin û kehrebe kirin. Wê yekê hişt ku malbat ji aqûbeta wan bitirsin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku ji ber qutbûna înternetê şênî nikarin têkiliyê bi aliyên hiqûqî û saziyên ragihandinê re bikin. Li kêlek wê jî piranî ciwanên gund reviyan nava zeviyên derdorê.

Nûçegihana me ku agahiyên xwe dispêre gundiyan navên hin destgîran bi dest xistin: Ebduletîf Salih Ebûd, Hanîn Ebduletîf Ebûd û hevjîna wî, Fîras Ebduletîf Ebûd, Wîsam Silêman Ebûd, Mihemed Silêman Ebûd û Beşar Hermoş.

Şêniyan bang li dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî kir ku demildest tev bigirin û rastiya heyî veguhêzin, li ser aşkerakirina cih û aqûbeta destgîran bixebitin.

(mh/fr)