Di medya erebî de pêşbirka Îsraîl û Tirkiyeyê Li Sûriyeyê hatiye analîzkirin

Bombebarankirina Îsraîl a balafirgeha Ebû Zihûr hatiye şîrovekirin û tê gotin dibe ku pevçûnên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê bandoreke neyînî li ser Sûriyeyê bike.

Di medya erebî de pêşbirka Îsraîl û Tirkiyeyê Li Sûriyeyê hatiye analîzkirin
28 tebax, 2026   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya `El Erebî El Cedîd` gotarek bi sernavê pêşbirka Îsraîl û Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê weşandiye, di gotarê de hatiye ziman ku Îsraîl dema balafirgeha Ebû El Zihûr (18 tebaxê) bombebaran kir xwest peyam bide Tirkiyeyê ku ew nikare li Sûriyeyê leşkerî xwe bi rêxistin bike. Her wiha di gotarê de hatiye ziman ku Îsraîl ji hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê û herêmê ne rehete û metirsiyên wê hene ku rolê Tirkiyeyê li Sûriyeyê û herêmê zêde bibe. 

Ji bo Enqere jî di gotarê de hatiye nivîsandin ku ew stratejîk li Sûriyeyê dinêre û bi rêya Sûriyeyê dikare xwe bighînê cîhana erebî, lewre Îsraîl û Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê di nava pêşbirkê de ne. Di heman gotarê de tê gotin ku heke di rewşa niha ya Sûriyeyê de ku pirsgirêkên wê yên hundirîn hene, pêşbirka Îsraîl û Tirkiyeyê bidome tê bandoreke neyînî li ser pêvajoya veguhêz bike.

Bi heman mijarê ve girêdayî Şebekeye El Cizîrê Net analîz bi sernavê Gelo Îsraîl xwest Tirkiyeyê bikşînê nava şerekî? analîz da ye. Di analîzê de tê gotin bombebarankirina balafirgeha Ebû El Zihûr bû sedema ku têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê bikeve rewşeke xeter de û ev cara yekeme ku Îsraîl bi awayekî giran û nêzî sînorê Tirkiyeyê Sûriyeyê bombebaran dike.

Di analîzê de hatiye gotin ku Îsraîl xwestiye li pêşiya mayîna Tirkiyeyê li Sûriyeyê xetên sor ên nû diyar bike, yan jî Enqere bikşîne nava şerekî leşkerî û dibe ku ji ber hesabên siyasî yên hundirîn ên Îsraîl balafirgeha Ebû El Zihûr bombe baran kir.

Di medyaya erebî de mijara derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya dewletên ku destek didin terorê tê wateya ku derî ji bazirganî û ji nûve lêkirina Sûriyeyê re vekirin.  Her wiha nîşana entegrasyona gav bi gav a aboriya Sûriyê bi sîstema darayî ya cîhanî re, tê dayîn.

Di dawiyê de rojnameya El Şerq a Qeter di nûçeyekê de aniye ziman ku piştî 15 salan cara yekem Sûriyeyê bi rêya karta navneteweyî elektronîk pere da ye. Bi vê gavê re dibe ku êdî navneteweyî were qebûlkirin Sûriyeyê elektronîk pereyan bide û şîrketên û saziyên derayî yên Sûriyeyê bi aboriya dijîtal a cîhanê ve girê bidin.

(np)

ANHA