Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin

Di konferansên komînan ên kantona Firatê de hat destnîşankirin ku komîn bingeha avakirina civaka demokratîk û ekolojîk in. Her wiha teqezî bi pêşxistina karê komînal û di encamê de pêşxistina civakê hat kirin.

Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
Di konferansên komînan de teqezî bi pêşxistina sîstema civakî hat kirin
22 mijdar, 2025   15:31
KOBANÊ

Li gundê Saygul konferansa komînan a bajarokên Qadiriyê û Rimaliyê, li Navenda Çandê ya gundê Şiyûx konferansa komînan a bajarokê Bênder û li bajarê Celebiyê konferansek hatin lidarxistin.

Di her sê konferansan de endamên komînan û nûnerên Meclisa Rêveber a kantona Firatê, Meclisa Gelan û Kongra Star beşdar bûn.

Di peyaman de îşaret bi peymana 10'ê Adarê hat kirin û hat gotin hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girêdayî peymana 10'ê Adarê, sîstema nenavendîbûn û demokrasiyê û rûniştandina wan di destûrê de, tu gav nevaêtine û paşguhkirina îradeya gelên herêmê didomîne.

Di konferansan de nameya Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin û rola wê di pêşxistina fikra komînal û avakirina civakeke xwezayî de, hat nîşandan. Her wiha sîstema civakî ya li gorî Hevpeymana Civakî bi armanca pêşxistina asta zanabûnê û guhartina hişmendiya desthilatdar, hat xwendin.

Di dawiya konferansan de beşdaran teqezî bi guhartina hişmendiya civakî ya li ser komînan were guhartin û fikra komînal were pêşxistin, kir.

Çaverê ye sibe konferans li bajarokên Hêşe û Silûk ên bajarê Eyn Îsayê werin lidarxistin.

(mh)

ANHA