Li Siwêdayê rêxistineke jinan hat damezirandin

Li Siwêdayê rêxistina jinan a "Tevgera Herair Başan" bi armanca xurtkirina beşdariya jinan û misogerkirina mafên wan û xebitîna li ser mijara jinên revandî, hat damezirandin.

Li Siwêdayê rêxistineke jinan hat damezirandin
22 mijdar, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navenda Rayat Bêt El Fen a li Siwêdayê civîna damezirîner a "Tevgera Herair Başan" hat lidarxistin.

Endamên tevgerê da zanîn ku armanc wan xurtkirina beşdariya jinan di kar û barên giştî de, misogerkirina mafên wan û xebitîna li ser mijara jinên revandî ye.

Endaman diyar kir ku ew ê xebatên hiqûqî û civakî li Siwêda û seranserî Sûriyeyê bimeşînin û di pirsgirêkên xwecih û nîştimanî de derfetê li ber dengê jinan vekin.

Ev tevger yekemîn rêxistina jinan a li Siwêdayê ye.

(mh)