Di komxebatê de nîqaşên li ser girîngiya pêkanîna yekitiyê

Beşdarên komxebata Însiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî destnîşan kir “Di vê pêvajoya dîrokî de û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker pêwîstî bi rakirina astengiyên li pêşiya avakirina yekitiya Kurdan heye.” Di komxebatê de ji bo hewldanên yekitiyê komîteyek hat avakirin.

19 kanûn, 2024   15:57
QAMIŞLO

Komek ji çalakvanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi navê Însiyatîfa Gel a Serbixwe ya Kurdî û sernavê “Geşedan û bandorên wê li ser hebûna Kurdan û mafê wan ê rewa” li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de çalakvanên siyasî û civakî, endamên partiyên siyasî yên PYNK’ê, rewşenbîr, nivîskar, tevgerên siyasî yên Kurd, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade bûn.

Di komxebatê de têkildarî “guhertinên li Sûriyeyê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta niha çima lêvegereke Kurdî nehatiye avakirin?’ nîqaş hatin kirin.

Komxebat ji aliyê çalakvan Rêber Seyda, çalakvan Ebdulhekîm Holê û çalakvan Ezîza Ferho ve hat birêvebirin.

Ebdullhekîm Holê axivî û da zanîn ku armanc ji komxebatê ji bo hewldanên avakirina yekitiya Kurdan e, da ku bikarin dengê xwe bigihînin raya giştî.

`EM DIXWAZIN BIBIN XWEDÎ YEK HELWESTÊ`

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî) Nesredîn Îbrahîm bi navê PYNK`ê der barê pêvajoya avakirina yekitiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ew ji bo dan û stendina bi ENKS`ê re her amadebûna xwe aşkera dikin û niha jî amade ne ku dan û standinê bikin û got: “Me beriya demekê amadekariyên lidarxistina konfransekê kir lê dîsa ENKS tev lê nebû, em niha li hêviya bersiveke ENKS`ê ne. Metisiyên me hene li herêmê, armanca me ew e em bibin xwedî yek helwestê.”

Siyasetmedar Hesen Salih da zanîn ku ev dem demên dîrokî ne, gelê Kurd li hember parçebûn û zordariyê li ber xwe dide û got: “Armanca me ji daxwaza yekitiya kurdî ew e ku Kurd bi yek şandeyê herin Şamê. Em dizanin dewleta Tirk a dagirker dijminatiya Kurdan dike.”

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî jî diyar kir ku nûner û berpirsyarên Kurdan dive berjewendiyên gel esas bigirin, ev berpirsyariyeke exlaqî ye. Heke em bi yek helwestê biçin Şamê, em ê bandora xwe li Sûriyeyê bikin û Kurd dê bibin aktorên ku Sûriyeyê ji rêyên şaş dûr dixin.”

Nivîskar Konê Reş jî da zanîn ku gelek caran nivîskar û helbestvanên Kurd şîretên ji bo yekitiya Kurdî dane, hebûna wan bi ax û zimanê xwe heye.

`RÊVEBERIYA XWESER A PÊKHATEYAN E`

Endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî) Stêr Qasim got ji bo pêkanîna yekitiya kurdî divê partiyên kurdistanî rê bidin ku partiyên li Rojava rêya xwe hilbijêrin û wiha dewam kir: “Li vir pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ji 2015`an heta niha dewleta Tirk êrişî gel dike, rasterast Kurdan hedef digire. Îcar dijmantiya di navbera Kurdan de ji bo çi ye? Rêveberiya Xweser a pêkhateyan e. ENKS niha di cihekî de ku îtîraf pê nayê kirin.”

Nivîskar Dîlawer Zengî jî got aliyek bi tenê nikare nûnertiya gelê Kurd bike û got: “Beriya şandeyeke Kurdan biçe Şamê, em Kurd divê bizanin em çi dixwazin.”

Helbestvan Zahid Xelef diyar kir ku ji bo misogerkirina mafê gelê Kurd li Sûriyeyê û avakirina yekitiyê pêwîstî bi lidarxistina kongreke giştî heye û got: “Ji me tê xwestin ku nakokiyên heyî bên rakirin.”

Hunermend Ridwan Keno anî ziman ku ji her demê zêdetir niha dikarin mafên xwe bi dest bixin û “ji bo yekkirina helwestê divê PYNK û ENKS li ser rûpeleke spî îmze bikin.”

Aborînas Şikrî Yûsif jî destnîşan kir ku niha derfet heye ku gelê Kurd bigihêje mafên xwe û got: “Divê em di nava guhertinan de amade bin. Em bi hacetî lêvegereke kurdî ne.”

Lêkolîner Welîd Çolî ked û xebata hêzên leşkerî yên li çeperên şer bi bîr xist û da zanîn ku divê destpêka her civatekê têkoşîna gel ji bîr nekin.

Lêkolîner û zimannas Deham Ebdulfettah jî di axaftina xwe de girîngî da têgihaştina rast a ji pêvajoya heyî.

KOMÎTEYEK HAT AVAKIRIN

Piştî nîqaşên ji bo hewldana avakirina yekitiyê û xwegihandina yek helwestê, komîteyek ji 21 lêkolîner, siyasetmedar, çalakvan, rewşenbîr û nivîskaran hate damezirandin û komxebat bi dawî bû.

(sb)

ANHA