Bi deh hezaran kes dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi deh hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşiyan.

19 kanûn, 2024   15:44
QAMIŞLO

Bi deh hezaran şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Sonî li hev kom bûn û bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyan got ew bi hêzên xwe yên QSD'ê re ne.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedan QSD`ê", “Bimire faşîzm”, “QSD hêza me ye”, “Gelê Sûriyeyê yek e” û “Em li pişt hêzên xwe ne” hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Qehreman sekinî. Li wir piştî rêzgirtinê, bi navê Însiyatîfa Gel Talet Yûnis axivî.

Talet Yûns bal kişand ser hevgirtina giştî û diyar kir ku divê her kes bi hev re li dijî dagirkeriyê serî hildin.

Talet Yûns got: "Ji bo tevahî gelê li Sûriyeyê û hemû partiyan dibêjin; pêwîste em bi hemû neteweyên xwe yekîtiya xwe xurt bikin. Em ê bi hev re hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Ji bo tevahî hêzên siyasî bila dest ji nakokî û berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û li banga gelê mafxwar guhdar bikin. Îro ji bo me rojeke dîrokî ye, piştî dehên salan em ê bikaribin daxwazên gelê xwe bi cih bînin. Em ê bi yek nerînê mafê gelê xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de misoger bikin."