Di kêmtirî hefteyekê de 10 Sûriyeyî hatin qetilkirin

Digel tevliheviya ewlehî li piranî bajarên Sûriyeyê, di rojên destpêka Sibatê de rêzesûcên qetilkirinê yên hovane çêbûn, di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di kêmtirî hefteyekê de 10 Sûriyeyî hatin qetilkirin
5 sibat, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gelek herêmên Sûriyeyê kiryarên qetilkirinê û pêkanîna sûcan zêde bûne. Di rojên destpêkê yên meha Sibatê de gelek sûcên qetilkirinê çêbûn, bi wê re 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHRˋê, ew sûc ji ber sedemên tolhildana eşîrtî, siûqastên veşartî û sûcên nenas çêbûn. Piranî kesên hatine kuştin ji Idlibê, Dêrazor, Dera, Heleb, Laziqiyê, Humis û Tertûsê ne.

(fr)