Dagirker 3 gundên Til Temirê topbaran dikin

Di van kêliyan de dagirker 3 gundên li gundewarê rojava û bakurê bajarê Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran tên topbarankirin.

Dagirker 3 gundên Til Temirê topbaran dikin
5 sibat, 2025   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dirdara û El Eboş ên bakurê bajarê Til Temirê û gundê Um El Kêf ê rojavayê bajêr bi çekên giran topbaran dikin.

Der barê zerarên topbaranê de tu agahiyên din bi dest neketin.

(fr)

ANHA