Di hilbijartinên Îranê de tevlêbûn ji sedî 41 e

Li gorî daneyên nefermî li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr hene, rêjeya tevlêbûna li hilbijartinan bi tenê ji sedî 41 e.

Di hilbijartinên Îranê de tevlêbûn ji sedî 41 e
2 adar, 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên nefermî di hilbijartinên parlamentoyê yên Îranê de derdora ji sedî 41 tevlêbûn çêbûye. Li Îranê ku nêzî 61 milyon hilbijêr hene, hilbijartinên ji bo 290 endamên parlamentoyê û 88 endamên ku dê ji Parlamentoya Pisporan re bên hilbijartin, bi dawî bûn.

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNA’yê ragihand ku li gorî encamên nefermî 25 milyon hilbijêr çûne ser sindoqan.

Ji bo 290 kursiyên li parlamentoyê li seranserî welêt zêdetirî 15 hezar namzet di nava pêşbirkê de ne. Ji bo 88 kursiyên li Meclisa Pisporan jî 144 namzet beşdarî hilbijartinan bûn. Li seranserî welêt bi giştî 61 milyon 172 hezar û 298 hilbijêr xwedî mafê dengdayînê ne.

Dîsa li gorî encamên nezelal, nêzî ji sedî 25’ê hilbijêrên li Tehranê çûn ser sindoqan.

Hat ragihandin ku li hin herêman hilbijartin ji tûra duyemîn re maye.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ BOYKOT

Li Rojhilatê Kurdistanê beriya ku hilbijartin dest pê bikin, 414 namzet vekişiyan. Hat ragihandin ku li Loristanê ji 384 namzetan 126’an xwe vekişand û 258 namzet jî ji bo 9 kursiyên li wîlayetê ketin pêşbirkê. Li Urmiyeyê ji 385 namzetên ku hatine qebûlkirin, 100’an xwe vekişand û li Kirmaşanê jî ji 294 namzetan 95 namzetan di kêliya dawîn de xwe vekişand.

Li Sineyê ji 184 namzetan 51’an namzetiya xwe paşde kişand, li Îlamê jî ji 96 namzetan 42’yan xwe vekişand. Li bajarên Kurdan ku ji sedî 33’yê namzetan xwe vekişand ku boykot lê bi bandor e.

Tê payîn ku encamên nezelal îro, yên teqez jî di nava hefteyekê de bên aşkerakirin.