Nûra El Hemid bû hevseroka nû ya Desteya Malî ya Minbicê

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê di civîna xwe de hevserokatiya Desteya Malî û nûnertiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya di meclisê de erê kirin. Nûra El Hemid bû hevseroka nû ya Desteya Malî.

2 adar, 2024   15:44
MINBIC

Civîn li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a li Minbicê li dar ket û endamên Meclisa Gelan a Demokratîk tê de hazir bûn. 

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Hemo pêşniyara Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ku Ruqeya Mihemed bibe nûnera meclisê ya di Meclisa Gelan a Demokratîk de û pêşniyara Meclisa Rêveber ku Nûra El Hemid bibe hevseroka Desteya Malî ya Meclisa Rêveber û bidawîkirina erkdarkirina Nezîfe Xelo xwend.

Dûre bi dengdayîna endamên meclisê, pêşniyar hatin qebûlkirin.

Her wiha di civînê de Meclisa Gelan a Demokratîk diyariyeke sembolîk da hevseroka berê ya Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo.

Têkildarî civînê hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Hemo got: "Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê pêşniyar kir ku nûnereke wê di meclisê de hebe û ev pêşniyar hate qebûlkirin."

Sîham Hemo destnîşan kir ku her sê pêşniyar bi erêkirina tevahî beşdarên civînê hatin qebûlkirin û qanûnên ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser ve hatine derxistin, hatin xwendin û ji endaman re hatin şîrovekirin.

Çaverê ye ku hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Minbicê di civîna bê de bê erkdarkirin.

(şx)

ANHA