Di hefteyekê de rojevên rojnameyan

Rojnameyan nêzîkbûna di navbera Sûriye û Urdunê de wek modeleke “dîplomasiya avê” ku derdikeve pêş nirxandin. Hate gotin, mûzakereyên Îran û DYA'yê xetimî ne û nakokî li ser dosyayên sereke ne.  Her wiha hişyarî dan ku di 4 saliya şer de krîzên mirovî li Sûdanê gûrtir bibin.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyan
19 nîsan, 2026   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkiliyên Sûriye-Urdunê, rewşa Îranê û krîzên li Sûdanê rojevên hefteya borî yên rojnameyan bûn.

'DÎPLOMASIYA AVÊ TÊKILIYÊN SÛRIYEYÊ-URDUNÊ NÛ DIKE'

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb nivîsî ku av ji çavkaniyeke xizmetguzariyê veguheriye amûreke siyasî ku têkiliyên di navbera welatan de nû dike. Rojnameyê destnîşan kir ku nêzîkbûna di navbera Sûriye û Urdunê de wek modeleke “dîplomasiya avê” derdikeve pêş.

Rojnameyê nivîsî ku amadebûna Şamê ji bo parvekirina çavkaniyên avê bi Emmanê re guhertinek di rêvebirina pirsgirêkên hevpar de nîşan dide, ji mantiqê kontrolê ber bi yê hevkariyê ve, bi taybet ji pirsgirkên ku ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyan derdikevin.

Her wiha destnîşan kir ku hewza Çemê Yarmûkê piştî ku bi dehan salan di navbera her du aliyan de bûye çavkaniya aloziyê, ji bo vê hevkariyê bû eksena navendî.

‘REJÎMA ÎRANÊ DI NAVBERA MÎRATEYAA HIŞK Û XEFIKA TAWÎZÊN BIÊŞ DE’

Der barê Îranê de, malpera erebî ya rojnameya Independent destnîşan kir ku tûra yekem a dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de hêviyên sînorkirî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo çêkirina guhertinek bingehîn di tevgera serokatiya Îranê de nîşan da. Hate gotin, ku zexta leşkerî tevî dijwarbûna xwe nebûye sedema guhertinek di avahiya biryardanê ya rejîmê de.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku biryardarî hîn jî di destê "navika hişk" a rejîmê de ye û dezgehên leşkerî, bi taybetî jî Pasdarên Şoreşê, bandoreke zêde dikin, bi vî awayî îhtîmala pêşkêşkirina tawîzên girîng di dema dan û standinan de kêm dikin.

Li gorî heman rojnameyê, dayîna mîsyona dan û standinê ji Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf re girêdana serokatiyê bi helwestên hişk nîşan dide, nemaze di demekê de ku mijarên hesas ên wekî dewlemendkirina uranyûmê û rola herêmî ya Îranê xalên herî berbiçav ên nakokiyê bi DYA'yê re ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên ji hêla Îslamabadê ve hatine lidarxistin negihîştine qonaxek xetimî û da zanîn ku lihevkirinên qismî hene, her wiha tevgerên herêmî û navneteweyî mîna yên Pakistan û Çînê çêbûn ku rewşê ber bi çareseriyeke qonaxî ve bibin.

' SÛDAN.. AŞÊ XWÎNÊ DIKEVE SALA XWE YA ÇAREMÎN'

Rojnameya El Xelîc têkildarî şerê li Sûdanê hişyarî da ku yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê li welat çêbe.

Rojnameyê bi bîr xist ku di encama şerê dikeve sala xwe ya 4'an de bi deh hezaran kes mirin û zêdetirî 11 milyon kes koçber bûn. Her wiha hate gotin, UNICEF'ê diyar kiriye ku krîz bûye sedema koçberiya herî mezin a cîhanê û rêjeya herî mezin a zeradîtiyan jî jî zarok in. Hişyarî hene ku birçîbûn zêde bibe û binesaziyê û xizmetên bingehîn hîn bêtir hilweşe.