Di hefteyekê de 64 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di hefteya yekemîn a meha Tîrmehê de 64 sivîl hatin kuştin.

Di hefteyekê de 64 kes hatin kuştin
9 tîrmeh, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di hefteya destpêkê ya Tîrmehê de 64 sivîl hatine kuştin.

Li gorî SOHR‘ê, 38 sivîl bi sûcên cezayî, 2 sivîl ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve, 6 ji ber teqandina ketober a guleyan an jî bi şaşî hatine kuştin. Her wiha 3 sivîl ji aliyê hêzên hikumeta demkî ve, 2 ji ber bermahiyên şer û di êrişa li nêzî avahiya dadê ya Şamê de 13 sivîl hatine kuştin.

(bb)