Katz: Heya gefên Hizbullahê hebin em ê li başûrê Lubnanê bin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz anî ziman ku Îsraîl dê hebûna xwe ya leşkerî li başûrê Lubnanê biparêze û got heya gefa Hizbullahê hebin pêwîstiya wê bi destûrê nîne ku li wir bimîne.

Katz: Heya gefên Hizbullahê hebin em ê li başûrê Lubnanê bin
9 tîrmeh, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro diyar kir ku Îsraîlê ji tu alî destûr nexwestiye ku bikeve Lubnanê an jî li wir bimîne. 

Katz destnîşan kir ku parastina niştecihên bakurê Îsraîlê ji gefên Hizbullah "maf û erk" e.

Katz anî ziman ku artêşa Îsraîlê di du sal û nîvan de windahiyên mezin, di nav de hilweşandina beşek mezin ji şiyanên wê yên leşkerî û kuştina hejmarek ji rêberên wê gihand Hizbullahê.

Yisrael Katz got, heta ku Hizbullah bê çekkirin û gef ji holê bê rakirin, Îsraîl dê ji herêma ewlehiyê ya li başûrê Lubnanê operasyonê bidomîne.

(bb)