Li Hesekê 35 mm baran bariya
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li kantona Cizîrê ji ber barîna baranê li hin deveran lehî rabûn. Rêjeya barîna baranê ya herî zêde li bajarê Hesekê û gundewarê wî bû.
Li piranî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran bariya. Herî zêde li kantona Cizîrê, bi taybetî bajarê Hesekê û gundewarê wî bû.
Ji ber barîna zêde ya baranê, li geliyên başûrê kantona Cizîr wekî geliyên Heso, Ridwan û Keşkeş lehî rabûn.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku rêjeya barîna baranê ya herî zêde li Hesekê bû, bi rêjeya 35 mm, piştre Şedadê 28 mm, Sebxe 26 mm, Keramê 25 mm, Çilaxa 10 mm, Til Hemîs 7 mm, Til Birak 11 mm, Til Elo 11 mm, Til Temir 10 mm, Um Medfei 19 mm, Şedadê 28 mm.
(mh/fr)
ANHA