Di girtîgehên Tirkiyeyê de 709 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 8 hezar û 521 girtî jî tevî ku dema cezayê wan qediyaye jî, nehatin berdan.

Di girtîgehên Tirkiyeyê de 709 kesan jiyana xwe ji dest dan
26 kanûn, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamayayê (MA), bi panoramaya salê, rewşa girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê raxist ber çavan. 

Di nûçeyê de daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgeha a Tirkiyeyê hatine parvekirin. Li gorî daneyên midûriyetê yên 1'ê kanûna 2024'an, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi giştî 406 girtîgeh hene û 299 hezar û 42 kes lê bicîh dibin. Lê niha di van girtîgehan de 378 hezar û 657 kes tên girtin.

Di nûçeyê de tê gotin ku çêkirina 11 girtîgehên din didome, her wiha Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî plan dike ku sala 2025’an 21 girtîgehên nû çêbike.

 BINPÊKIRIN Û MIRIN

Ji ber şert û mercên girtîgehan, gelek girtî bi nexweşiyên giran re rû bi rû mane û pêwîste werin berdan. Lê  Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo gelek girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane rapora  "Dikarin di girtîgehê de bimînin" dabû. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 9 mehên sala 2024’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê jî li parlamentoyê di nîqaşên butçeyê yên sala 2025’an de, gotibû ku di 11 mehên sala 2024’an de 709 girtiyên edlî û siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.

SERBESTBERDANA 8 HEZAR Û 521 GIRTIYAN HAT ASTENGKIRIN

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriya Girtîgehan ku di sala 2021’an de dest bi kar kiriye jî, serbestberdana gelek girtiyên ku dema cezayên wan xilas bûye, asteng kiriye. Nayê zanîn ka ji roja damezrandina lijneyê heta niha serbestberdana çend girtiyan hatiye astengkirine. Li gorî wezareta dadê, serbestberdana 8 hezar û 521 kesan bi hinceta “liv û tevgera wan baş nîn e” hatiye taloqkirin.

 Pêkanînên li dijî girtiyan bi vê yekê sînordar nebûn. Di nava salekê de înfaza bi dehan girtiyên cezayê muebetê xwarine (gelek ji 30 salî zêdetir) hatin şewitandin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Girtiyên nexweş herî zêde ji binpêkirinên li girtîgehan bandor dibin. Wezaret der barê girtiyên nexweş de ti daneyan parve nake. Li gorî daneyên Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Cezayê de (CÎSST); li girtîgehan 19 astengdarên ziman û axaftinê, 42 astengdarên dîtinê, 28 astengdarên bihîstinê, 18 astengdarên bihîstin û axaftinê û 162 astengdarên ortopediyê, bi giştî 269 girtiyên astengdar hene.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên kevnar, li girtîgehan zêdetirî hezar girtiyên nexweş hene.

Her wiha 5 hezar û 520 girtî ji 65 saliyê mezintir in.