Di êrişên vê sibehê yên li Xezayê de 7 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên vê sibehê yên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatine kuştin.

Di êrişên vê sibehê yên li Xezayê de 7 kes hatin kuştin
22 nîsan, 2025   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Filistînê ragihand di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên berbanga îro yên li ser herêmên Xezayê de bi kêmanî 7 kes hatine kuştin.

Berdevkê Paratina Sivîl a Filistînê Mehmûd Besel ji AFP’ê re got: "Dagirkeran êrişên hewayî yên dijwar li ser bajarên Xeza, Beyt Lahiya, Beyt Hanûn û Xan Yûnisê pêk anîn. Di encama êrişan de 7 sivîl şehîd bûn."

Mehmûd Besel bi domdarî got: "Balafirên dagirkeran li taxa Rîmal a rojavayê bajarê Xezayê malek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes şehîd bûn. Li herêma Sebra ya rojavayê Xezayê jî malek hat bombebarankirin. Di encama wê bombebaranê de 2 kes şehîd bûn. Li Xan Yûnisê jî di êrişa li dijî avahiyekê de kesek şehîd bû."

Berdevkê Parastina Sivîl Mehmûd Besel da zanîn ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarê Xezayê û Refehê zêdetirî 10 mal rûxandin, her wiha buldozer û alavên Şaredariya Cibalyayê ya li bakurê Xezayê hatin hedefkirin.

Besel ragihand ku artêşa Îsraîlê taxên Derec, Tufah û Şûcaiyê yên bajarê Xezayê jî bi obîsan bombebaran kirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê, di encama operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ji 18’ê Adara îsal û şûnde bi kêmanî hezar û 827 kes hatin kuştin. Ji destpêka êrişên Cotmeha 2023’yan ve bi kêmanî 51 hezar û 201 kes hatine kuştin.

(bb)