Li Siwêdayê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li bajarokê Era yê başûrê Siwêdayê cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li Siwêdayê cenazeyê jinekê hat dîtin
31 tebax, 2024   12:10
NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Siwêda 24, li bajarokê Era yê başûrê Siwêdayê cenazeyê jinekê di hundirê mezreyekê de hate dîtin. 

Heman malperê diyar kir ku jina kuştî di nava zarokên wê yên razayî hate dîtin. Her wiha destnîşan kir ku hevjîna mexdûr duh bi şev li nexweşxaneyekê emeliyet dibû.

Malperê ku agahiyên ji çavkaniyan wergirtiye, di encamên lêkolînên tibî de şop li sûtiyê mexdûr hatin dîtin. Hate gotin, dibe jina hatibe xeniqandin.

(bb)