Di êrişên Rûsya yên li ser Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişa Rûsyayê ya li dijî herêma Zaporizhzhya de 3 kes hatine kuştin.  Ukraynayê ragihand ku wê şeva borî 132 dronên Rûsyayê xistine xwarê.

Di êrişên Rûsya yên li ser Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin
22 îlon, 2025   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Ukraynayê, hêzên Rûsyayê îro êrişî bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê rojhilatê Ukraynayê kir. Rayedaran diyar kir ku di êrişê de 3 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Waliyê herêma Zaporizhzhiayê Ivan Fedorov anî ziman ku sibeha duşemê bi teqîn û şewatan dest pê kir û got hêzên Rûsyayê di êrişê de herî kêm 10 bombe bi kar anîn. Walî ragihand ku di encama êrişê de jî zerar li 15 avahiyên niştecihbûnê, 10 xaniyên taybet û hin avahiyên din bûye.

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê jî da zanîn ku wan şeva borî herî kêm 132 dronanên Rûsyayê xistine xwarê û li 7 deverên din 9 êrişên bi dronan hatin tomarkirin.

Waliyê herêma Sumy ya li bakurê welat Oleh Hryhorov got di êrişên duh (Yekşemê) de 2 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Desteya Rewşên Awarte ya Ukraynayê jî ragihand ku di êrişekê li dijî Kîevê de kesek birîndar bû û zirar li xanî û avahiyên niştecihan bûn.

(bb)