Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
5 mijdar, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî ragihand ku di êrişa drona Îsraîlê ya li nêzî avahiya Şaredariya Zewayîd a naverasta Xezayê de kesek hat kuştin. Çavkaniyan dane zanîn ku di êrişek din a bi dronê ya ser kampeke koçberan de ciwanek hat kuştin û yek bi giranî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên xwecih, li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê di gulebarana konekî koçberan de de jinek bi navê Nûra Silêman Mihemed Şêx Îd (54) jiyana xwe ji dest da û di topbarankirina herêmên bakur û rojhilatê Xan Yûnisê de mêrek û jinek birîndar bûn.

(bb)