Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hate kuştin

Hate zanîn ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir û di encama bombebaranê de kesek hate kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de kesek hate kuştin
31 gulan, 2025   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NNA) ragihand artêşa Îsraîlê îro bi balafireke bêmirov a biçek li devera Zehranî ya başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kiriye.

Ajansê diyar kir ku di bombebaranê de kesekî bi navê Mihemed Cemûl hatiye kuştin.

Beriya 2 rojan, berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee ragihandibû ku hêzên hewayî yên Îsraîlê li seranserê Lubnanê êriş li dijî hin baregeh û tesîsên leşkerî yên Hizbullahê pêk anîne.

Adraee gotibû ji deverên hatine hedefkirin, tesîseke çekan li herêma Seydayê ye. Her wiha destnîşan kiribû ku Hizbullahê vê dawiyê hewl daye ku vê tesîsa ku berê jî hatibû bombebarankirin, sererast bike.

(bb)