Di êrişên li ser Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin û 36 kes birîndar bûne.

Di êrişên li ser Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin
7 tîrmeh, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukrayanyê ragihandin ku di êrişên îro yên Rûsya yên li ser Ukrayanyê de bi kêmanî 4 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin di êrişa li seer herêma Sumyê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûne, li herêmên Kherson û Odessa jî kuştî û birîndar hene, li Xarkîvê 27 û li Dnepropetrovskê jî 5 kes birîndar bûne.

Şaredarê Kîevê ragihand ku paytext jî bi dronan hat armanckirin û di encamê de zerarên madî li hin avahiyan bûn, lê windahiyên canî çênebûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din li Belgorod, Kursk û herêma Moskovê, 91 dronên Ukraynayê hatine astengkirin.

(bb)