Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn

Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn.

Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
Di êrişên li Qamişloyê de 7 welatî birîndar bûn
25 kanûn, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker saet derdora 10.45’an bi balafirên bêmirov û biçek navendeke pîşesaziyê li taxa Elaya ya Qamişloyê bombebaran kir. Piştre navendeke binesaziyê li taxa Enteriyê ya bajar 4 caran bombebaran kir. Her wiha Çapxaneya Sîmav, kargeha êm a Cizîrê, Stasyona Trênê ya nêzî Navenda Peywendiyên Giştî ya li taxa Elaya 3 caran li dû hev, navendeke dirûnkariyê ya li bakurê taxa Meyselûm jî 3 caran li dû hev bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de ku heta niha dewam dikin, li 6 deveran 7 welatî bi giranî birîndar bûne. Ji birîndaran navê Salih El Sayîr (18) hat zanîn.

(bb)

ANHA