Foza Yûsif: Li dijî êrişan em berxwedana topyekûn îlan dikin

Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerekî topyekûn li dijî gelên herêmê dike û got “Em jî berxwedaneke topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li dijî şerê qirkirinê seferber bibe.”

Foza Yûsif: Li dijî êrişan em berxwedana topyekûn îlan dikin
25 kanûn, 2023   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANHA’yê re axivî. 

Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê herêmê îlan kiriye û got: "Dewleta Tirk şerekî topyekûn li dijî gelê me îlan kiriye, her tiştî dike hedef, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.  Ev êriş li dijî hebûna gelê herêmê ye.”

Foza Yûsif li dijî êrişan banga hevgirtinê kir û wiha domand: "Em jî berxwedana topyekûn îlan dikin. Divê gelê me li tevahî bajar û saziyan li dijî vî şerê qirkirinê seferber bibe. Divê em sazî û rêveberên xwe biparêzin. Divê em di rewşa seferberiyê de bin. Îro roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em hevgirtî bin û li hemberî kiryarên dewleta Tirk a faşîst seferber bibin."

(bb)

ANHA