Di êrişên li dijî nobedarên li bendavê de 8 şehîd, 55 birîndar

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bendava Tişrînê yên li dijî gel de ku nobeta parastinê digire, 8 şênî şehîd bûne û 55 jî birîndar bûne.

Di êrişên li dijî nobedarên li bendavê de 8 şehîd, 55 birîndar
17 ÇILE, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de 2 komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encamê de 8 sivîl şehîd bûn. Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan li hemberî van êrişan bê deng in.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Bendava Tişrînê zêdetir kirine.

8ˈê Çileyê, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

8ˈÊ ÇILEYÊ

Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê bi balafirên bêmirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

15ˈÊ ÇILEYÊ

15ˈê Çileyê jî dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê kawanê gel bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Di heman rojê de dema ku karwanê gel ê kantona Firatê diçû bendavê, dewleta Tirk a dagirker li cihê kombûna gel da. Li wir jî 3 sivîl şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn.

16ˈÊ ÇILEYÊ

16ˈê Çileyê, balafirên şer ên dewleta Tirk nobedarên Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû, 3 jê rojnamevan 17 şênî jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA