Polîsên Tirk li ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin

Polîsên dewlata Tirk li ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin û dest danîn ser kompûter û hard dîskan.

Polîsên Tirk li ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
17 ÇILE, 2025   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsan li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin. 

 BI SER ŞÎRKETÊN PRODUKSIYONÊ DE GIRTIN

 Di çarçoveya heman lêpirsînê de poîsan bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê yên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, hemû kompûter û hard dîsk desteser kirin. Lêgerîna li şîrketan xeleta bû û sedema serdegirtinê nehate zanîn.