Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 13 kes hatin kuştin

Li gorî çapemeniya Filistînê, di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 13 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 13 kes hatin kuştin
25 adar, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Filistînê ragihand ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de, herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Shehab News a girêdayî Hemasê; "Li bajarê Hemed ê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê di êrişa Îsraîlê ya li dijî kampa wan de ji heman malbatê 6 kesan jiyana xwe ji dest da ku 3 jê zarok in. Li kampa Birêc a naverasta Xezayê di êrişa li ser mala wan de 3 kesên din hatin kuştin."

Televîzyona Filistînê jî ragihand ku hêzên Îsraîlê li Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê malek bombebaran kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin. Her wiha da zanîn ku li herêma Qîzan Necar a Xan Yûnisê jî zarokek hat kuştin.

(bb)