Îsraîlê li başûrê Lubnanê da: 1 kuştî

Hêzên Îsraîlê duh bi şev başûrê Lubnanê bombebaran kir. Di encamê de kesek hat kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê da: 1 kuştî
25 adar, 2025   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NNA), Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku balafireke bêmirov a Îsraîlê duh bi şev li bajarokê Qeqîqiya El Cisir ê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de herî kêm kesek hatiye kuştin.

Hêzên Îsraîlê wek bersiva avêtina moşakan a ber bi axa wê ve, li başûrê Lubnanê êriş pêk anîbûn. Di encama êrişan de bi kêmanî 8 kes hatibûn kuştin.

(bb)