Di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin
8 sibat, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WFA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên bijîşkî, di êrişa Îsraîlê  de li herêma Ebû Ecîn a rojhilatê Dêr Belehê yê Xezayê de ciwanekî 20 salî jiyana xwe ji dest da. Di êrişa vê sibehê de ya li dijî avahiya malbatekê ya li Refehê de jî jinekê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn jinan hatî kuştin di şerê li Xezayê de 4 zarokên xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin ku di êrişa li devera Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê de kesek hat kuştin û yek din bi giranî birîndar bû.

Li gorî daneyên WAFA’yê, ji destpêka ragihandina agirbestê (11 Cotmeh 2025) ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 579 kes hatine kuştin û hezar û 544 kes birîndar bûne.

(bb)