Di êrişên Îsraîlê li ser Şamê de 20 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê li dijî Şamê û gundewarên wê de bîlançoya kuştiyan bilind bû, 20 kes hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn, her wiha Tevgera Cîhad El Îslamî jî aşkera kir ku komek ji endamên wê di êrişê de hatine kuştin.

Di êrişên Îsraîlê li ser Şamê de 20 kes hatin kuştin
14 mijdar, 2024   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku di êrişa Îsraîlê li dijî taxa Mezê û herêma Qudsiya ya Şamê û gundewarên wê de 15 kes hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku saet di 15:20ˋan de piştî danê nîvro Îsraîlê ji Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve gelek avahiyên li taxa Mezê ya Şamê û herêma Qudsiya ya gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Wezaretê anî ziman ku di encama êrişê de 15 kes şehîd bûn, di nav de jin û zarok 16 kes birîndar bûn, her wiha zirarên madî bi mal û milkên welatî, avahiyên hedefgirtî û derdorê bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de 3 avahiyên li taxa Mezê hatin rûxandin, di encamê de 10 kes hatin kuştin, her wiha di êrişa din a li taxa Mezê ya li dijî avahiyekê li nêzî çerxerêya Saraya 15 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHRˋê, di êrişeke din a li dijî avahiyên li Qudsiya ya Şamê de ku tê de Filistînî hene, 10 kes hatin kuştin. Ji nav wan 10 kesan 3 endamên Tevgera Cîhad El Îslamî û 6 nenas in.

Her wiha Tevgera Cîhad El Îslamî jî diyar kir ku komek ji endamên wê di êrişa li ser Şamê de hate kuştin.

Bi wê re bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê l idijî Mezê û Qudsiya bû 20 kes û 21 jî birîndar bûn.

(fr)