Lavrov û Fîdan dosya Sûriyeyê nîqaş kir

Lavrov û Fîdan pêşdeçûnên di dosyaya Sûriyeyê de nîqaş kirin. Nûnerê Rûsyayê yê ji bo Sûriyeyê destnîşan kir ku tiştê dewleta Tirk a dagirker di Sûriyeyê de dike reftarên dewleteke dagirker e û got bêyî ku dewleta Tirk garantiyan der barê vekişîna hêzên xwe bide, hikumeta Şamê nakeve tu diyalogan.

Lavrov û Fîdan dosya Sûriyeyê nîqaş kir
14 mijdar, 2024   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan her tima dibêje ew amade ye bi Beşar Esed re bicive, wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan û hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov gelek dosyayên dualî û herêmî, di serî de ya Sûriyeyê û pêvajoya nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, nîqaş kirin.

Çavkaniyên ji Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku Lavrov û Fîdan di peywendiyeke telefonê de şeva çarşem-pêncşemê geşedanên dawîn ên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û şerê Rûsya û Ukraynayê nîqaş kirin.

Nûnerê Rûsyayê ji bo Sûriyeyê Alexander Lavrentiev jî diyar kir ku tu nêzîkbûn mîna beriya 18 mehan dema ku civînên di navbera wezîrên karên derve û serokên îstîxbaratê yên 4 dewletan hatibûn lidarxistin de, pêk nayên.

Lavrentiev anî ziman ku mijar bi piştgiriya dewleta Tirk ji muxalefta Sûriyeyê re girêdayî ye û doza sereke jî vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê ye. Divê tişt li gorî rûdanên wê werin binavkirin, Tirkiye weke dewleteke dagirker tev digere û zehmet e Şam bêyî garantiyên vekişîna hêzên Tirkiyeyê bikeve diyalogan.

(mh/fr)