Şahidên ji Siwêdayê hovîtiya komên çekdar vegot

Koçberên Siwêdayê dîmenên hov ên wêranî û koçberiya xelkê Siwêda û gundewarên wê vegotin.

Şahidên ji Siwêdayê hovîtiya komên çekdar vegot
21 tîrmeh, 2025   12:16
SIWÊDA

Li gel zêdebûna tund û rageşiya leşkerî ya dawî ya ji 13ˊê Tîrmehê ve li bajarê Siwêdayê, koçberên ji gundewarên bajêr ên ku îro li navendên bicihkirinê yên li bajêr bi cih bûne, ji ajansa me re dîmenên bitirs ên ku di dema êrişê de vegotin.

Şeza Zêdan yek ji kesên ji êrişên hovane rizgar bûye, bi êş bûyerê ji me re vedibêje: "Piştî mala min şewitandin û bi temamî hilweşandin, ez mecbûr bûm ku tevî 4 zarokên xwe birevim."

Şeza ev tişt anî ziman: "Ev ne cara yekemîn e ku mecbûr dibim ku mala xwe terk bikim. Lê vê carê derketim û min nikarî tiştek jî bi xwe re derxista. Heta heqê tûrek nan jî bi min re tune bû. em li kolanê bê cih man û li benda çarenûsek nenas bûn."

Têkildarî kesên sûcan li dijî wan dikin Şeza ev yek aşkera kir: "Kesên ev sûc kirine ne weke tê gotin ku eşîr in, lê ew komên girêdayî Ewlekariya Giştî ne. Ew kom ji rêyên şaxî derbas bûn mal şewitandin û welatî koçber bûn. Ji bilî malên xwediyên wan koçber bûne û malên dîtir şewitîne, tiştek nemaye."

Welatiyê bi navê Yûsif El Helebî yên ji bajarokê El Seilê ku niha li navendek bicihkirinê, dimîne ji ajansa me re behsa bûyera dîtiye dike: "Mala min şewitandin û kurê min birin. Tu ferq tune ye ku tu bêjî ew Heyet Tehrîr El Şamê in, yan jî Ewlekarî yan jî eşîr in. Nav yek e; ew ji bo pêkanîna plana qirkirina kêmneteweyan hatine. Di êrişan de tank, balafirên bêmirov û alavên giran bi kar anîn. Gotin ew eşîrên Bedewî ne, lê di rastiyê de milîşên birêxistinkirî ne, wêranî û talaniyê dikin, welatiyan ser jê dikin û simbêlan radikin, ev çi mirovahî ye? Gelo wê ev alî dewletê ava bikin?"

Jîneke Elewî bi navê Îvan Dîb a ji peravê ye û ji 27 salan ve li Siwêdayê bi cih bûye, ji navendek bicihkirinê wiha dibêje: "Mala min li pişt mizgeftê ye, piştî min dengê tekbîran bihîst ketin mala min. Zêr, pere, telefon û laptop dizîn. Mêr ji avahiyê daxistin û yek ji wan bi şûr kuştin û yên li yên din dan. Heta hewl dan li jinekê bidin, lê hevjînê wê çi tiştên li gel wî hebûn dan wan, ji bo hevjîna wî berdin."

Zarokek biçûk şahidê tirsê bû û bi ricivandinekê tirsa ku tê re derbas bûye vedibêje: "Dema min dengê tekbîran û guleyan bihîst, min heta 4 rojan bêyî xwarin xwe di odeyeke tarî de veşart."

Gunehê zarokan çi ye? Gundê jin û mêrên ku çek di destên wan de tune ye çi ye? Pirsên ku xelkê Siwêdayê yên ji êrişên leşkerî yên dawî rizgar bûne, dikin.

Li Siwêdayê, ji 13ˊê Tîrmehê ve di navbera çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Siwêdayê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Li kêlek wê jî komên çekdar ên hikumetê welatî revandin, mal û dikanên welatiyan talan kirin û şewitandin.

(fr)