Di êrişên Îsraîlê de bi dehan kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 21 kes hatin kuştin ku 9 ji wan dema li benda alîkariyê bûn, hatin hedefgirtin.

Di êrişên Îsraîlê de bi dehan kes hatin kuştin
4 tebax, 2025   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên hêzên Îsraîlê yên li seranserê Xezayê yên sibeha Duşemê, herî kêm 21 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên borî de ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê 5 kesên din jiyana xwe ji dest daye, her wiha diyar kir ku hejmara kesên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye gihaştiye 180’an ku 93 jê zarok in.

Medyaya Filistînê ragihand ku hêzên Îsraîlê êriş birin ser sivîlan û kesên li benda alîkariya mirovî bûn.

Çed welat hîna jî alîkariyên mirovî ji hewa ve diavêjin Xezayê, lê rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî diyar kirin ku ev rêbaz têrê nake û divê alîkarî bi rêya deriynê bejahî yên di bin kontrola Îsraîlê de bigihêje Xezayê.

TRUMP: ŞERÊ LI XEZAYÊ NE JENOSÎD E

Serokê Amerîkayê Donald Trump got tiştê ku li Xezayê diqewime ne jenosîd e, ji ber ku Îsraîl "şer" dike. Trump her wiha got "bûyerên dijwar" qewimîne û bal kişand ser girîngiya gihandina xwarinê ji bo filistîniyan û got: "Em naxwazin mirov ji birçînan bimirin.”

(k)