Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê

Jinên ji kantona Tebqayê piştgiriya xwe bi jinên li Siwêda û Şengalê re anî ziman û diyar kir "Îradeya jinên li Şengalê li ber xwe da, heman îrade ye ku îro li Siwêdayê li ber xwe dide.”

Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
Jinan ji Tebqayê piştgirî da jinên Şengal û Siwêdayê
4 tebax, 2025   14:28
TEBQA

Di çarçoveya kampanyaya "Bi hev re piştgiriya jinên Siwêdayê li dijî qirkirinê" de ku 30’ê Tîrmehê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye destpêkirin, îro Kombûna Jinan a Zenûbiya çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê bi beşdariya bi dehan jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û tevgerên jinan ên li kantona Tebqayê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên jinên di êrişên li ser Siwêdayê de hatin qetilkirin, hatin hildan û pankartên "Em dixwazin aqûbeta jinên revandî were aşkerakirin", "Ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên li Siwêdayê; em bi we re ne" û "Binpêkirinên li dijî jinan rawestînin" hatin vekirin.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Wesayîf Selama axivî û bal kişand ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê û got: "Komkujiya Şengalê rûpeleke xwîndar a ji rêzê di dîroka nûjen de nin e, lê belê birîneke vekirî di wijdanê mirovahiyê de ye. Alava terorîst di serî de jinan dike hedef da ku îradeya wan bişîne û nasnameya wan tune bike, lê jinên Şengalê bi xurtî li hemberî vê alavê sekinîn û koka têkoşîna xwe ronak parast."

Wesayîf îşaret bi Siwêdayê jî kir û wiha domand, îro li Siwêdayê jî jin rû bi rûyî binpêkirin û tundiya sîstematîk in, lew ra pêdivî bi qêrîneke yekbûyî ya jinan heye da ku ev êriş werin rawestandin û azad û edalet ji bo wan pêk werin.

Wesayîf Selama di dawiya axaftina xwe de got: "Careke din em li he deverên cîhanê berxwedana xwe nûjen dikin, em dest û dengê xwe dirêjî jinên Siwêdayê dikin. Em diyar dikin ku îradeya jinên li Şengalê li ber xwe dan heman îradeya jinên ku îro li Siwêdayê li ber xwe didin e. Dengê me dê li hemberî hemû cûreyên zor û terorê yek bimîne."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Ji qetilirina jinan re na" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA