Koma nivîsandinê ya komîsyona Meclîsa Tirkiyê dicive

Ji bo rapora dawî ya komîsyon a li meclîsa Tirkiyeyê amade bike, koma nivîsê wê roja Sêşemê bicive.

Koma nivîsandinê ya komîsyona Meclîsa Tirkiyê dicive
4 ÇILE, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma nivîsandinê wê roja Sêşemê saet di 15:00 de li Meclîsa Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Meclîsa tirkiyê  û Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş bicive.

Di civînê de wê li ser rapora hevpar ku amadekariyên wê têne kirin, nêrîn bêne parvekirin û karê nivîsandina raporê bê nirxandin.

Di nava koma nivîsandinê ya komîsyonê de ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek, Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Emîr, Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya û Serokê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul hene.