Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr de 9 sivîl şehîd bûn

Ji destpêka îsal ve di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê de 9 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr de 9 sivîl şehîd bûn
16 nîsan, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji sere salê ve li Amêdî, Akrê, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê yên Başûrê Kurdistanê bi sedan êrişên hewayî û terorî pêk anîn. Di encama van êrişan de 9 welatî şehîd bûne û 4 welatî jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê dem, cih û navên şehîdên sivîl wiha ne:

Di 18’yê Çileyê de çalakvan û siyasetmedara jin ya Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman piştî ku ji bo xebatên li ser pirsgirêkên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, li Kerkûkê hat şehîdkirin.

Di 20’ê Sibatê de balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Serê yê gundê Kafya yê girêdayî bajarokê Dinarte yê navçeya Akrê bombe kirin. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên sivîl yên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Omer Elî (68) şehîd bûn. Her du jî pêşmergeyên xanenişîn bûn û welatiyekî din jî birîndar bû.

Di 29’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov wesayiteke Komîteya Şehîdan a Şengalê bombebaran kir ku Endamê Komîteya Malbatê Şehîdan Sadûn Mîrza Elî ku bavê sê zarokan bû, şehîd bû.

Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak jî ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bû, endamê HDP’ê bû û 13 sal bûn ji ber dozên siyasî ji Bakurê Kurdistanê koçî Silêmaniyê kir. Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak di nexweşxaneyeke taybet de dixebitî. Gelek caran ji aliyê MÎT’a Tirk ve rastî gefan hatiye. Di 29’ê Sibata 2024’an de li ber xwaringeha Westa Hesen ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û şehîd bû.

Di 8’ê Adarê de dewleta Tirk gundê Dêwke yê yê li ser sînorê Şîladizê yê Dihokê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên bi navê Seîd Mubarek (35) û Araz Ferec (29) şehîd bûn. Kesekî din yê bi navê Salih Mubarek birayê yek ji şehîdan jî birîndar bû.

Di heman rojê (8’ê Adarê ) de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Şengalê kir û di encamê de şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mejdal Hesen Xelef şehîd bû.

Di 13’ê Nîsanê de dewleta Tirk bombe li malek li bajarokê Şarbajêr yê girêdayî bajarê Silêmaniyê barand. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Seîd şehîd bû.

Tevî van êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan jî hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê li dijî êrişan helwesteke cidî nîşan nedan.