Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da. Ev 37 meh e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzeran careke din serî li dozgeriyê da
16 nîsan, 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Suzan Akipa bi daxwaza dîtina muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li dozgeriyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayîn û hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û vê yekê wek hincet nîşan didin.

Li gorî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê; ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heya niha di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de bes 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.

Ji sala 2014’an û heya niha bi tenê 5 hevdîtinên malbatî pêk hatine.

Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pêk hatiye.

Ji roja ewil heya niha bi tenê 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an)

Hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji wê demê heya niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nîn e.