Di êrişa Rûsyayê li çerxerêya Basil a Helebê de kuştî û birîndar

Beriya çend kêliyan balafirên şer ên Rûsyayê çerxerêya Basil a bajarê Helebê bombebaran kir, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Di êrişa Rûsyayê li çerxerêya Basil a Helebê de kuştî û birîndar
30 mijdar, 2024   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê beriya çend kêliyan dîmenên êrişa hewayî ya Rûsyayê li çerxerêya Basil a li naverasta Helebê parve kirin, di encama êrişê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam", bêyî tu berxwedaniyekê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve, bi dehan taxên li Helebê xistin bin kontrola xwe. Piştî çeteyan çerxerê kontrol kir, ev êriş hate kirin.

(fr)